Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan zêde dibin

Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê dest pê kirin, dewam dikin.

Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê dest pê kirin, dewam dikin.

STRASBOÛRG

Pêkhateyên KCDK-E û Ciwanên Azad, nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Srasboûrg ê Fransayê dewr girt.

Hunermend Eylem Aktaş û ciwan jî tevlî vê çalakiyê bûn, ku sala xwe ya pêncan dagirt.

Çalakger wê roja 26'ê Hezîranê beşdarî mîtîngê bibin.

Ji endamên Ciwanên Azad ên tevlî çalakiyê bûn Eyup Şoreş got, "Weke tevgera ciwanan rojeva me ya yekane azadiya Rêberê me ye, lewma em ê bi rengekî bê dawî li qadan bin. Divê ciwan mîna her carê bi rola pêşengiyê rabin û tevlî çalakiya 26'ê Hezîranê bibin; xwedî li Rêbertî, gel û welatê xwe derkevin."

Şoreş bang li ciwanên Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, ku di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin.

Çalakî di roja duyemîn de ye.

DÛÎSBÛRG

Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Ocalan bînin rojevê, li yek ji cihên herî qelebalix ên bajêr li Konîgstr'yê kon vedan. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê Şahîn Çelebî der barê çalakiyê de ji ANF'ê re axivî û anî ziman, çalakiya wan wê pênc rojan bidome. Çelebî diyar kir, ew daxwaza azadiya Ocalan dikin û rejîma AKP-Qesra Erogan şermezar dikin. Çelebî destnîşan kir, ku Ocalan dikare ji bo hemû Rojhilata Navîn rêbertiyê bike û got, "Em ê xwedî li Serokê xwe derkevin. Bi nêrîna azadiyê û paradîgmaya nû ya Rêber Apo re têkoşîna ji bo tevahiya gelên cîhanê didome."

Çelebî bang li hemû welatparêz û dostan kir, ku destekê bidin çalakiya wan.

Bernameya çalakiyê wiha ye:

Roja Yekemîn: Dûîsbûrg, Konîgstr. Saet di navbera 17:00-22:00
Roja Duyemîn: Keleve
Roja Sêyemîn: Dûîsbûrg, Konîgstr.
Roja Çaremîn: Wesel
Roja Pêncemîn: Konîgstr, saet navbera 15:00-20.00

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya NAV-DEM'ê kon hate vedan. Çalakî duh li Kudammê dest pê kir, ku ev der yek ji navendên bajêr e û wê di 24'ê Hezîranê de bi meşekê biqede. Hevserokê NAV-DEM ê Berlîn-Brandenbûrgê Yeko Ardil bang li hemû Kurdên li bajêr dijîn kir, ku tevlî çalakiyê bibin.

MUNCHEN

Çalakiya bi heman armancê ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Munchenê hate destpêkirin, di roja duyemîn de dewam kir.

Çalakger ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa belavokan danîn, îmze berhev kirin û belavok belav kirin. Di daxuyaniya Meclîsê de hat gotin, "Ji bo tecrîd derhal were rakirin, em ê her roj li qadan bin. Em bang li dostên Kurdistanî dikin ku îro li Sendlîngerstr. beşdarî çalakiyê bibin."

Çalakî wê heta roja Yekşemê bidome.