Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi tevlîbûnên xurt dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza ewlehî û tenduristiya Ocalan û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a li bajarê Strasboûrg ê Fransa heyetekê bi lezgînî bişîne Îmraliyê di roja 9’an de ye.

Çalakiya rûniştinê ya ku bi dehan saziyên Kurd, Tirkiyeyî, nûnerên ji bawerî û gelên cuda yên li Rojhilata Navîn hevparên wê tevlî bûne, bi tevlîbûnên nû yên li Parlementoya Ewropayê (PE) dewam dike.

BI KONVOYAN JI FREÎBÛRG TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN

Çalakvanên ku bi sirûda Çerxa Şoreşê dest bi çalakiyê kirin, bi navber li hemberî CPT’yê û Konseya Ewropayê dirûşim qîr kirin. Çalakvanan daxwaza bilezgîn divê heyetek bi Îmraliyê re hevdîtinê pêk bîne qîr kirin. Di çalakiya rûniştinê de bi pankartên mezin daxwaza azadiya Ocalan diyar kirin, her wiha poster û alên tevgerên Kurd hatin bilindkirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku bi sedan kes tevlîbûn, îro li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê Kurd û dostên wan bi konvoyan tevlîbûneke xurt çêkirin. Beşek mezin Kurdistanî û dostên wan ên hatin bajarê Strasboûrgê tevlî çalakiyê dibin, bi sedan kes jî destek dan çalakvanan.

KAV: KURD JI BO EWLEHIYA MAFÊ XWE YÊN LI EWROPA Û BIJÎN ŞER DIKIN

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav ê ev 9 rojin di çalakiya rûniştên ya li bajarê Strasboûrg ku bi daxwaza bi lezgîn divê heyetek biçe Îmralî hevdîtinê pêk bîne, têkildarî bûyerên dawî nirxandin kir û behsa girîngeiya berxwedanê kir.

Kav destnîşan kir ku di çanda hişmendiya dewleta Tirk de di demê maf nedaye azadiya Kurd û Kurdistanê, di roja me ya îro de bi hevkariya faşîzma AKP-MHP’ê gihiştiye asta herî jor a tinekirinê.

Kav wiha got: “Bihêlin azadiya Kurd û Kurdistanê, ew naxwazin konekî tenê jî yê Kurdan azad bibe.” Fûat Kav bibîr xist ku Erdogan li dijî dijminahiya Kurdan bi her kes û tevgerê re amadeye îtifaqê bike.

Kav bal kişand ser gotinên Erdogan ên ‘Reqa di destê YPG’ê de ye, ji bo neazadkirina şervanên QSD’ê’ gotibû; ‘Bê xwestin 3 heta 5 tugayên din jî amade me feda bikim’. Kav bal kişand ku Reqa ne bajareke ku tenê ji Kurdan pêk tê û ev jî asta dijminahiya li hember Kurdan dide nîşandan.

Kav diyar kir ku tevî hemû astengiyan azadî bi ser ket û wiha pêde çû: “Em Kurd îro ne tenê li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan û gelên herêmê, li Ewropa jî şer dikin.”

 ‘DIVÊ BAŞ BÊ ZANÎN KU HEMÛ PÊŞEKTINÊN LI EWROPA Û ROJHILATA NAVÎN DI PÊŞENGITYA OCALAN DE PÊK HATIYE’

Kav wiha got: “Me berdêlên giran biha da, lê me li Rojhilata Navîn serkeftinên mezin bi dest xist. Divê bşa bê zanîn hemû pêşeketin di pêşengtiya Rêber Apo de pêk hatiye û polîtîkaya wî diyar dike.”

NAVÊ SAZIYÊN KU PIŞTGIRÎ DIDIN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Sazî û nûnerên ku roja Dûşemê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûyîn û piştgirî dayîn çalakiya rûniştinê wiha ne;

KONGRA-Gel, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd a Fransa (CDK-E) NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidî ya Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurden Anatoliya Navin (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), PJAK, Partiya Demokarîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-KON), Platforma Şoreşgerên DeryaSpiyê, Federasyona Karkerên Tirkiyeyê li Ewropa, Federasyona Komelya Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa (ADHK), Kongera Gel a Mezopotamya (MHK), Cîhana tê de bê jiyîn (Yaşanacak Dünya), NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokratîk ya Ewropa (ADEF), Partiya Keskan û Çepgirên Pêşerojê, Partiya Şoreşger, Navenda Çanga Koçgirî ya Ewropa, Hewldanên Mereş a Ewropa, Înisyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzidî.

Li aliyê din heta roja îro di nav de Hozan Şemdîn, Hozan Diyar, Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Denîz Deman, Hozan Kawa Ûrmiye, Kawa Aktaş, Hozan Fargîn jî di nav de gelek kesan piştgirî dane û beşdarî çalakiyê bûne.