Çalakiya rûniştinê ya li CPT’ê roja 11’an li pey xwe hişt

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya KE û CPT’yê ku bi armanca bi lezgîn hevdîtinê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin dewam dike, îro gelek hunermendan çalakvan ziyaret kirin.

 

Çalakiya rûniştinê ya bi ji bo bi lezgîn Komîteya Pêşîlêgirtina Êşekenceyê (CPT) têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan hevdîtinê pêk bîne û agahiyekê parve bike, di roja 11’an de bi tevlîbûnên nû dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya bi dehan saziyên Kurd, Tirkiyeyî, nûnerên ji gel û baweriyên cuda destek dike, diyar kirin ku yekane saziya xwedî raye ku biçe Îmraliyê CPT ye û divê têkildarî nûçeyên spekulasyonên ên têkildarî Ocalan agahiyek zelal parve bike.

Di çalakiya rûniştinê ya çalakvanên ji welatên cuda yên Ewropa tevlî bûyîn de, gelek nunerên saziyên cuda jî cih digirin. Meclîsên di bin sêwana Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Ciwanên Azad de, piştgiriyek xurt didin çalakiya rûniştinê, tevgerên çep ên Tirkiyeyî jî cihê xwe girtine.

Çalakiya rûniştinê di roja 11’an de, çalakvanên li qada navbera Konseya Ewropa (KE) û CPT’ê de dirûşmên ‘CPT biçe Îmralî’ qîr kirin. Her wiha çalakvanan bi zimanên cuda dirûşmên weke “Cîhanek bê Ocalan em ê di serê we de hilweşînin” û “Ji Ocalan re azadî” qîr dikirin.

Di çalakiya televîzyonên Kurdî Stêrk Tvû Medya bi weşanên zindî weşanê dike de, panelên bi mijarên cuda hatin lidarxistin.

Di beşa îro ya çalakiyê de girse piştî nîvro ber bi avahiya CPT’yê ve meşiyan, daxwazên xwe vegotin. Çalakvanan li pêşiya avahiyê çalakiya rûniştinê ya deh deqeyan lidar xistin.

Kurdistaniyên ku piştre vegeriyan qada çalakiyê, li vir ji aliyê gelek hunermendan ve hatin pêşwazîkirin. Ji aliyê Merûf, Farqîn û gelek hunermendên din ve bi stran û sirûdan coş û destek danê.