Çalakiya rûniştinê ya li ber CPT’yê di roja 25’emîn de ye

Çalakiya rûniştinê ya li ber CPT’yê ya ji bo rewş û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 25’emîn de ye.

Çalakiya rûniştinê ya bêdem bi piştgiriya 63 saziyên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn temsîl dike, ji bo ku CPT biçe Îmraliyê û rewşa Ocalan li cihê cih bibîne, di 23’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin.

Vê çalakiya rûniştinê îro di roja 25’emîn de ye. Di çalakiyê de ji ber bêdengiya CPT ya nerazîbûn hate nîşandan.

Çalakvan îro li ber avahiyên Konseya Ewrûpayê û CPT’ê kom bûn û dirûşmên ‘Bila CPT biçe Îmraliyê’ berz kirin. Di çalakiya rûniştinê de belavok tên belavkirin û ji bajarên din jî kes û sazî tên serdana çalakiyê. Ji destpêka çalakiyê û heta îro gelek endam û parlementerên Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewrûpayê ji bo piştgiriyê hatine serdanê.

BIBÎRANÎNA JI BO SEYÎD RIZA Û DERSIMÊ

Piştî çalakiya rûniştinê ji bo Seyîd Riza û bi deh hezaran kesên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dane, bibîranîn hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî tevlî bibîranînê bû.