Çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê dewam dike

Çalakiya nobedê ya “Azadiya wî azadiya me ye” ku roja Yekşemê KCKD-E û hevparên wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewir girtibûn, dewam dike.

Çalakiya nobedê ya “Azadiya wî azadiya me ye” ku roja Yekşemê Kongreya Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) û hevparên wê ku ev 5 sal in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê navber dewam dikir, dewir girtin. Di roja 3’emîn a çalakiyê de, Hevşaredarên KCDK-E û hevparên wê yên ku li pêşiya Konseya Ewropayê çalakî lidar xistine, belavok belavkirin bala derdor kişandin ser xwe.

Çalakvanên ku di saetên zû yên sibehê de hatin gel hev, Kurdistaniyên li Strasboûrg û derdorî wê dijîn ew bi tenê nehiştin.

Li aliyê din, çalakvanan li qada çalakiyê ya li pêşiya Konseya Ewropayê li ser mijarên “ Netewa demokratîk, pêkhatina meclîs û rol û mîsyona ciwanan” semîner da.

Hevseroka KCDK-E Yucel Koç, li ser mijarên netewa demokratîk, pêkanîna meclîsan û nuqteyên netewa demokratîk, nirxandin kir. Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad Bermal Nisêbîn jî têkildaîr rol û misyona ciwan semîner da. Hevserok û hevparên ku di semîneran de nirxandinên kûr kir, netewa demokratîk a li ser fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hemû cîhanê bûye hêvî, diyar kir ku divê jiyana azad rast bê naskirin û bê pêkanîn.

Piştî çalakiya ku wê heta 26’ê Hezîranê dom bike, 26’ê Hezîranê wê mîtîngekî girseyî bê lidarxistin.