Çalakiya nobedê ya dîrokî 5 sal li pey xwe hişt

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidaxistin, 5 sal li pey xwe hişt.

Çalakiya nobedê, ku bi şiyara "Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re" li bajarê ber avhaiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxristin, 5 sal li pey xwe hişt. Çalakî bû yek ji pêngavên girîng ên Kurdistaniyan ku têkoşîna Ocalan û Kurdan bi raya giştî ya cîhanê re bidin naskirin û daxwaza ji bo azadiya Ocalan li qada navneteweyî bînin ziman.

Di nava çalakiyên li dijî îşkence û tecrîda dewleta Tirk ferz dike, ev çalakî xwedî cihekî cuda ye.

Di havîna sala 2011'an de îşkence û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê bêhtir hate şidandin. Piştî ku Ocalan êsîr hate girtin, kêm caran destûr ji hevdîtina bi malbat û parêzeran re hate dayin. Di sala 2011'an de ku operasyonên tinekirinê yên bi modela "Srî Lankayê" dihate nîqaşkirin, ev tecrîd hate şidandin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de di 25'ê Hezîrana 2012'an de nobeda "Azadî ji Ocalan re" dest pê kir.

ASTA BILIND A TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di sala 1999'an de 60, di sla 2000'î de 37, di sala 2001'ê de 40, di sala 2002'an de 35, di sala 2003'an de 21, di sala 2004'an de 25, di sala 2006'an de 22, di sala 2007'an de jî tenê 29 caran karîbûn Ocalan bibînin. Di navbera salên 2008 û 2010'an de hevdîtin 66 salan hatin astengkirin. Ji roja destpêkê ve "rewşa nebaş a hewayê" û "xerabûna keştiyê" weke bahaneya astengkirina hevdîtinê hatin nîşandan.

Ji bo Ocalan li Kurdistan û Ewropayê kampanyayên îmzeyan hatin lidarxistin. Di sala 2007'an de derkete holê ku li hucreyê jehr dane Ocalan. Piştî ku parêzerên Ocalan tayê ji porê Ocalan li laboratûwarê dan lêkolînkirin, derkete holê ku jehr dane wî. Li ser vê yekê, ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bikeve nava liv û tevgerê greveke birçîbûnê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin. 18 siyaetmedar û welatparêzên Kurd tevlî greva birçîbûnê ya bê dem-bê dorveger a 11'ê Nîsana 2007'an bûn. Di heman demê de li bajarên cuda yên Ewropayê ji bo destekdanê grevên birçîbûnê û çalakî hatin lidarxistin.

Tevî vê yekê zêdeyî 103 hezar îmze hatin berhevkirin û di 11'ê Gulanê de radetsî CPT hate kirin. Ji ber vê biryardariya Kurdistaniyan CPT daxuyaniyek da û ragihand, ku ew ê serdana Ocalan bikin. Lê belê encamên serdana CPT a heman mehê li Îmraliyê kir, tevî hemû hewldan û daxwazan jî ji raya giştî hatin veşartin.

Heta wê demê, bi qismî jî be hevdîtina bi parêzeran a Ocalan pêk dihat. Lê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve bi rengekî ne hiqûqî ev hevdîtin bi temamî hate birîn û destûr nehate dayin. Ev polîtîkaya tecrîdê gelekî giran bû û gelê Kurd nema dikarî xwe lê rabigire. Tecrîda giran û operasyonên ji bo tinekirina gerîla û nûnertiya siyasî ya gelê Kurd, ferz dikirin ku divê êdî li dij vê rewşê tiştek were kirin.

Di navbera 1-18'ê Sibata 2012'an de, ji bajarê Cenevre yê Swîsreyê ku avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, heta Strasboûrgê di nava serma û seqema zivistanê de meşeke dirêj bi navê "Meşa Azadî ji Ocalan re" hate kirin. Piştre jî 15 siyasetmedar û welatparêzên Kurd li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem-bê dorveger kirin.

Çalakgerên ku dixwestin CPT heyetekê bişîne Îmraliyê û şert û mercên ku Ocalan tê de ye lêkolîn bike, di roja 52'an a çalakiya xwe de gihîştin armanca xwe. Lê belê piştî greva birçîbûnê hatibû fêhmkirin ku CPT li gorÎ hesasiyeta Kurdistaniyan a ji bo Ocalan nêzîkatiyekê nîşan nade.

DAXWAZA AZADIYA OCALAN, LI PÊŞ SAZIYÊN KU MÛXATAB IN DEST PÊ DIKE

Nobeda Azadiyê jî, piştî ku hate fêhmkirin divê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bê dawî bin, dest pê kir. Ji bo çalakiya nobedê, bajarê Strasboûrgê hate hilbijartin. Ji ber ku saziyên pêwendîdar ên weke Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), CPT û Parlamenta Ewropayê lê ne, ev bajar hate hilbijartin.

Di 25'ê Hezîrana 2012'an de bi beşdariya nûnerên bi sedan sazî û tevgerên Kurd ên li Ewropayê û parlamenterên Ewropî civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û çalakiya nobedê ya bê dawî, li meydana li ber van saziyên navborî yên Ewropayê dest pê kir. Çalakî wê heftê heft rojan bê navber bihata lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan bihata kirin.

HAT XWESTIN KU OCALAN BI RENGEKÎ RASTEQÎN BI EWROPIYAN BIDIN NASKIRIN

Yek ji girîngtirîn armancên çalakiyê, danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê bû. Li gel bilêvkirina daxwaza ji bo azadiya Ocalan, her wiha îmze hatin komkirin, li ser jiyan, têkoşîn û Nêrînên Ocalan belavok û broşur hatin belavkirin û bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî agahî hatin dayin.

JI HEMÛ BAJARÊN EWROPAYÊ TEVLÎBÛN ÇÊBÛ

Her hefte, komeke cuda ya ji welatekî cuda yê Ewropayê nobeda "Azadî ji Ocalan re" girt. Ji roja destpêkê ve welatparêz, siyasetmedar, hunermend, karkerên medyayê yên Kurdistanî û Ewropiyên dostên Kurd xwedî li vê çalakiyê derketin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê, welatî tevlî çalakiyê bûn. Eleqeya jinan a ji bo çalakiyê zêde bû. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) mehê carekê bi komeke tenê ji jinan pêk tê, çalakî dewr girt.

ZÊDEYÎ MÎLYONEK MIROV HATIN AGAHDARKIRIN

Di çarçoveya armanca danasîna rastiya Ocalan de, ji roja destpêkê ya nobedê ve agahî hatin dayin, belavok hatin belavkirin û bi broşurên bi navê "Ocalan kî ye?" yên li ser biyografiya Ocalan, qala têkoşîna wî hate kirin. Zêdeyî 300 hezar belavok û broşur hatin belavkirin û bi saya vê yekê ji zêdeyî mîlyonek kesî re qala Ocalan û têkoşîna wî hate kirin.

Wekî din, di çarçoveya kampanya îmzeyan a "Azadî ji Ocalan re" de, heta destpêka sala 2015'an zêdeyî 20 hezar Îmze hatin berhevkirin. Ev îmze, tevî 10 mîlyon 300 hezar îmzeyên li gelemperiya cîhanê hatin komkirin, di Sibata 2015'an de radestî Konseya Ewropayê hatin kirin.

TÊGIHIŞTIN Û NÊRÎNA EWROPIYAN GUHERÎ

Mûnzûr Emekçî (Mûzaffer Ûçar) ku heta havîna 2016'an 3 salan çalakî organîze kir û bi saziyên fermî re têkilî danî, di wê baweriyê de bû ku nêrîna Ewropiyan a li Kurd û Ocalan li gorî pêşhukman ava bûye. Emekçî di 6'ê Nîsana 2016'an de ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da. Emekçî bal kişandibû ser rola nobeda azadiyê ya ji bo guherina vê têgihiştinê.

Mûnzû Emekçî çalakiya nobedê ji ANF'ê re nirxandibû û bibîr xistibû ku di mehên destpêkê yên çalakiyê de, nêzîkatiyek sar û dudil li hemberî wan dihate nîşandan û ev nêzîkatî di demeke kin de hate guhertin

Emekçî li ser mijarê e nirxandin kiribû: "Di nêzîkatiyên xebatkarên Konseya Ewropayê (KE) û gelek wezîfedarên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) de guhertinên cidî hene. Hişyariyên Ocalan ên beriya 5-6 salan û fedekariya YPG/YPJ û HPG'ê dibînin. ji ber vê yekê mîmîkê wan bi xwe jî, di vê dema dawî de li hemberî me hatine guhertin." Mûnzûr Emekçî destnîşan kiribû ku helwesta wezîfedarên fermî yên Fransayê jî gav bi gav li hemberî wan erênî dibin.

Mûnzûr Emekçî diyar kiribû, ku nobeda "Azadî ji Ocalan re" ji aliyekî ve wezîfeya 'enformasyona navendî' bicih tîne û destnîşan kiribû ku divê ev çalakî bi tenê li ber Konseya Ewropa ya li Strasbourgê nemîne, li her qadên Ewropayê bê belavkirin. 

Emekçî bang li Kurdan û dostên wan, bi taybetî jin û ciwanan kiribû, ku ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî li her qadê bikevin nava hewldanan.

FIRSENDA DANASÎNA PARADÎGMAYA OCALAN BI DEST KET

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Yuksel Koç anî ziman, ku bi saya nobeda "Azadî ji Ocalan re" tevî deşîfrekirina komploya navneteweyî, wan firsend bi dest xist ku paradîgmaya Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovahiyê bidin nasîn.