Çalakiya meşa dirêj a ciwanên Kurd didome

Çalakvanên Meşa Dirêj a tevî hemû êrîş û qedexeyan çalakiya xwe didomîne. Roja 2’an a çalakiyê li Essenê bi bîranîna gerîlayê HPG’ê Baran Mawa û aktivîteyên cuda dewam kir.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sirûda "Serî li ber faşîzmê rake, Rêber Apo azad bike" ji aliyê ciwanên Kurd ve hatibû destpêkirin, di roja 2’emîn de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) bi aktivîteyên lidar xistîn dewam dike.

Ciwanên Kurd ên anîn ziman ku wê li dijî helwesta polîsên Elman çalakiya xwe dewam bikin û diyar kir ku wê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qed gav bi şûnde neavêjin. Meşa Dirêj a duh ji Dortmûndê destpê kir di roja duyemîn de li Essenê dewam kir. Ciwanên ku li NCKD a Essenê civînek lidarxistin, anî ziman ku wê li dijî êrîşên polîsên Elman berxwedana xwe bidomînin.

BARAN MAWA YÊN KU LI COLEMÊRGÊ ŞEHÎD BIBÛ BIBÎR ANÎN

Di civînê de pêvajoya siyasî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd ji aliyê ciwanan ve hate nîqaşkirin û di beşa duyemîn a bernameyê de jî Koordînasyona Komelê Ciwan ê berê û fermandarê ciwanan Baran Mawa (Alî Oncu) yê 7’ê Tîrmehê li Colemêrgê şehîd bibû hate bîranîn. Di bîranînê de dirûşmên “Bijî Seork Apo” û “Şehîd Namirin” hatin qîrikrin. Li ser têkoşîn û hevaltiya Şehîd Baran hevalên wî yên nas dikirin xizmên şehîdan axaftin kirin.

Di bîranînê de Firat B. li ser jiyan û têkoşîna şehîd Baran axivî û diyar kir ku Baran kesayeteke mînak bû. Bavê Navdar Serhat ê di berxwedana Efrînê de şehîd bibû Îbrahîm Ozsûlar jî axivî û diyar kir ku erkekî mezin dikeve li ser milê ciwanan û anî ziman ku wê heta dawî girêdayî bîranîn û li ser şopa şehîdan bimeşin. Bîranî bi pêşandana sînevîzyona li ser şehîd Baran ve bi dawî bû.

Piştî saetên şevê ciwanan aktivîteyên cihê lidar xistin.

Çalakiya Meşa Dirêj a ku wê sibe di roja 3’an de dewam bike wê bi meşa ji Essenê destpê bike dewam bike.