Çalakiya li Parka Yogûrtçû di roja duyemîn de ye

Beşa duyemîn a çalakiya "Nobeda Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê ku li Stenbolê dewam dike, di roja duyemîn de ye.

Parlamenteran heta nîvê şevê li ser bûyerên rojane bi endamên partiyê re sohbet kirin û li lîstika bi navê 'Vampîr Koylu' temaşe kirin. Bi berbanga sibehê re wekîlan derdora xwe paqij krin û li nava parkê dest bi meşa sibehê kirin.

RÊXISTINÊN KED Û PÎŞEYÎ WÊ BER BI PARKA YOGÛRTÇÛ VE BIMEŞIN

Di nava rojê de wê serdan bên kirin. Saet di 11:00 de wê parlamenter daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Saet di 14:00 de jî nûnerên pêkhateyên HDP'ê wê serdana çalakgeran bikin.

Tê payin, Serokê CHP'ê yê Stenbolê Cemal Canpolat û parlamenter serdana wekîlên HDP'ê bikin. Di nava rojê de wê ji Meydana Kalkedon a Kadikoyê meşên piştgiriyê bên lidarxistin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên demokratîk û partiyên siyasî jî wê sat di 12:00 de ber bi parka Yogûrtçû ve bimeşin. Êvarê saet di 19:00 de wê ji Kalkedon a Kadikoyê meş dest pê bike ûs aet di 18:45'an de rêxistinên ked û pîşeyî (DÎSK, KESK, TMMOB, TBB) li Altiyol a Kadikoyê li hev bicivin. Ji vir jî wê ber bi Parka Yogûrtçû ve bimeşin.