Çalakiya li Gebzeyê 41 roj in didome

Çalakiya rûniştinê ya dayikên berxwedêran a li ber girtîgeha Gebzeyê, di roja 41'ê de jî hate astengkirin. Malbatan diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

Xizmên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo balê bikişînin ser berxwedanê cara 41'ê li ber Girtîgeha Girtî Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbat li ber avahiya HDP'ê ya Gebzeyê li hev civiyan ku parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û parêzer jî bi wan re bûn.

Malbat li wesayitan siwar bûn û bi rê ketin, lê li devereke nêzî girtîgehê hatin rawestandin. Polîsên Tirk gotin, çalakî qedexe ye û malbatan jî nerazîbûn nîşan dan. Malbatan li cihê hatin rawestandin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî demekê polîsan dest li çalakiyê werdan û malbat bi zorê li wesayitan siwar kirin. Malbatan diyar kirin ku wê sibe dîsa bên qadê û çalakiyê bikin.