Çalakiya dayikan a Esenyurtê tevî astengiya polîsan dewam kir

Çalakiya dayik û xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, tevî astengiya polîsan li qada Esenyurt pêk hat.

Çalakiya dayik û xizmên berxwedêrên girtiyan a ji bo piştgiriya xizmên xwe li qada Esenyurtê dayî destpêkirin, tevî astengiya polîsan jî pêk hat. Malbat, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyurtê li hev civiyan û meşiyan Qada Esenyurtê. Malbatan li qadê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Piştî wê polîsên Tirk, malbat xistin dorpêçê û yek bi yek li nasnameyên wan venihêrîn.

Polîsê ku bi wesayîtên zirxî malbat dorpêç kirî, nehişt ti kes nêzî malbata bibe û xwestin bi hişyariyan kesên li derdor kom bûyî belav bikin. Lê belê girseya li dora malbatan kom bûyî, ligel hişyariya polîs heta çalakî qediyayî belav nebûn.

Malbat, piştî venêrîna nasnameyan heta demekê li qadê çalakiya xwe domandin û dîsa vegeriyan avahiya HDP’ê ya navçeyê.