Çalakiya ciwanan li Basel: Jiyana bê Ocalan em ê li her kesê tarî bikin

Bi sedan Kurdistaniyên ku li Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan meşiyan wiha gotin: “Sedema şer û aştiyê Ocalan e. Bila her kes baş bizenibe ku jiyanek bê Ocalan em ê li her kesê tarî bikin.”

Kurdistanî û dostên wan ên di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Swîsreyê de li Baselê kom bûn, bi meş û mîtînga lidar xistin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Bi sedan kesên ku li Basel Dreîrosenbrukc kom bûn pankarta “Ji Ocalan re azadî” vekirin û heta Caserne meşiyan. Di tevahiya meşê de li gel posterên Ocalan, alên PKK’ê, KCK’ê, YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin, dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Kujer Erdogan” hatin qîrkirin.

Di meşa li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan de hêrseke mezin hebû, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang hate kirin ku divê her kes dakevin qadan.

 ‘JIYANEK BÊ OCALAN EM Ê LI HER KESÊ TARÎ BIKIN’

Piştî meşê û şûnde li mîtînga li Casernê hate lidarxistin, li ser navê Ciwanên Azad ên Swîsreyê axaftin hate kirin, di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê ciwanên Kurd di nava her şert û mercan de xwedî li Ocalan bê derketin. Di axaftinan de hate bibîrxistin ku tecrîda girankirî ya dewleta Tirk li ser Ocalan dide ferskirin di heman demê de tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd jî û wiha hate gotin: “Weke ciwanên Kurd em li vir qîr dikin; jiyanek bê Ocalan em ê li her kesê tarî bikin.”

‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM DEV JI AZADIYÊ BERNADIN’

Piştî Ciwanên Azad ên Swîsreyê, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Fûat Komur mafê axaftinê girt. Komur bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a li Kurdstanê, diyar kir ku yên ku parastina azadiya Ocalan dikin di heman demê de parastina azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn dikin. Komur wiha got: “Bila her kes baş bizanibe ku îro li Rojhilata Navîn bi fikrên Ocalan awa digirin. Her ku fikrên Ocalan Rojhilata Navîn rûh digire, dewleta Tirk jî ewqasî tecrîda li ser Ocalan giran dike. Lê bila her kes baş bizanibe; berdêla gelê Kurd çi dibe bila bibe ji bo azadiya Rêbertiya xwe gav bi şûnde navêje.”

Mîtîng piştî axaftinan û şûnde bi yek dengî dirûşma “Ji Ocalan re azad” bi dawî bû.