Çalakgerên meşa dirêj: Em biryara Elmanyayê nas nakin

Elmanyayê biryara qedexekirina çalakiyên NAV-DEM’ê da. Vê biryara Elmanyayê ji aliyê çalakgerên meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê ve bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û wiha got; “Ev biryara ku Elmanyayê girtî, rasterast dibe hevkarê êrîşên li ser Efrînê. Em biryarê nas nakin û heya dawiyê em ê li ber xwe bidin.”

Biryara Elmanyayê ya ku qedexekirina çalakiyên NAV-DEMê bi PKK’ê re têkildar dike, ji aliyê nûnerên 82 rêxistinên beşdarî meşa dirêj a Loza-Cenevreyê bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin.

KOÇ: ELMANYA HATIYÊ WÊ REWŞÊ KU LI DIJÎ ŞERÊ KURDAN HEVKAR E

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li bajarê Gland ê Swîsreyê destpêkê Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û nerazîbûneke tund nîşanî biryara Elmanyayê da û  wiha got; “Elmanya bi vê biryarê re rasterast bûye hevkarê êrîşên li ser Efrînê. Em vê biryarê ti caran qebûl nakin û em ê li qadan bin. Merkel jî bi mantiqê Erdogan ji bo ku kes xwedî li Efrînê dernekevin, hemû çalakî qedexe kiribû. Li Elmanyayê nêzî 2 mîlyon Kurd vê biryarê nas nakin. Em ê berxwedana xwe bidomînin û vê biryarê nas nekin.”

ARABACI: EM Ê BIRYARÊ NAS NAKIN

Li ser navê Tevgera ‘Êdî Bes e’ Şafak Arabaci wiha got; “Elmanya bi vê biryara xwe re bûye hevkarê şerê qirêj yê dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Elmanya bi vê biryarê re bûye hevkarê politîkayên êrîşên dewleta Tirk ên li ser EfrÎnê. Em ê vê biryarê nas nekİn û berxwedana me wê bidome.”

CANSÛ MÛRAT: ROJAVA WÊ JI BO FAŞÎZMÊ BIBE GORISTAN

Li ser navê Platforma Xwedîderketina Efrînê ya Ewropa Cansû Mûrat jî wiha axivî; “Emperyalîzma Elmanya bi tank û topan êrîşî Efrînê dikin û niha li vir jî çalakiyên gelê Kurd qedexe dikin. Baş dizanin ku berxwedana me ya rûmetê ye. Ji ber vê sedemê ji me ditirsin û dixwazin derbeyê li berxwedana me bixin. Em ê bi carî destûr nedin vê yekê. Xaka Rojava wê ji bo faşîzmê bibe goristan, serketin ya gelan e.”

HATÎP DÎCLE: EV BIRYAR LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWÎ YE

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle jî nerazîbûn nîşanî biryara Elmanyayê da û wiha got; “Ev biryara Elmanya hem li dijî qanûnên navnetewî û hem li dijî qanûnên mirovahiyê ne. Di derbarê vê biryarê de baweriya me bi civaka Elman û gelê Elman heye. Em bawer in ku wê li dijî vê biryarê derbikevin û li kêleka berxwedana me cih bigirin.”

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN, BI TEQEZ EMÊ BI SER BIKEVIN”

Dîcle wiha domand; “Em vê biryarê weke biryareke staretejîk dinirxînin. Ne em û ne jî gelê Elman û enternasyonalîst wê vê biryarê qebûl nekin. Em ê li ber xwe bidin, bi teqez serketin ya me ye.”