Çalakgerên meşa dirêj civîneke çapemeniyê pêk anîn

Koma ji çalakgerên meşa dirêj ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îtalyayê çalakî pêk anîn, li bajarê Modenayê civîneke çapemeniyê pêk anîn.

Çalakvanên meşa dirêj, li sendîkaya karkeran a li Modenayê CGIL, li ser grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan civîneke çapemeniyê pêk anîn. Koma ji aktîvîstan, 20'ê Gulanê li bajarê Mîlanoyê dest bi meşa dirêj kiribû.

Di daxuyaniyê de ku bi navê çalakvanên meşa dirêj hate dayin, hate gotin, "Ji bo dawî li bêdengiya raya giştî bînin me biryar dan ku çalakiyeke wiha pêk bînin. Di roja 7'emîn a çalakiya xwe de li ser daxuyaniya çapemeniyê ya parêzeran me dawî li meşa xwe anîn."

Berdevkê herêma Emilya û Romania ya sendîkayê Franco Zovazati û nûnerê "Rete Kurdistan Italia" Mirca Garuti jî li civînê axivîn. Qisekeran kêfxweşiya xwe ya ji ber hevdîtina bi Ocalan re û bidawîbûna grevên birçîbûnê anîn ziman. Qisekeran xwestin, tecrîd bi rengekî mayinde bi dawî bibe.