Çalakgerên li Kolnê: Tenduristiya Guven krîtîk bûye
Kurdistaniyên li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven, çalakiyek li dar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven, çalakiyek li dar xistin.
Çalakî li ber Dêra Domê hate lidarxistin û ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan ve hate organîzekirin. Çalakgeran, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Qisekeran bal kişandin ser greva birçîbûnê ya Guven a bê dawî û bê veger û diyar kirin, rewşa tenduristiyê ya Guven derbasî asta krîtîk bûye û ji CPT xwestin, tavilê bikeve nava liv û tevgerê.
Her wiha hate ragihandin, eger rewşeke neyînî biqewime, wê CPT û Konseya Ewropa jî ji vê yekê berpirsyar bin.