Çalakgerên girêva birçîbûnê gotin NY’yê: Ji bo Efrînê tevbigerin!

Girêva Birçîbûnê ya domdar ku Duşemê li ber NY’ê ji bo Efrînê dest pê kir didome. Çalakgeran gotin, divê NY li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê tevbigerin.

Wekîlên HDP’ê, şaredar, nûçegihan, nivîskar li ber Ofîsa Cinvê yê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo ku bang li NY’yê bikin ku li dijî dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta Tirk û çeteyên ve tevbigerin dest bi girêva birçîbûnê kirin, ku îro roja duyan a girêvêye.

Çalakgeran bi pankartan nîşan didin ku NY parçeyek ji komkujiya li Efrînê ye û di çalakiyê de tim li dijî dagirkeriya Tirk Kurdistanî dirûşman diqîrin.

Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz, parlamentere berê yê HDP’ê Özdal Üçer, Serokê Şaredariya Haringeyê ya Londonê Aligül Özbek û nûçegihan Filiz Koçali li ser girêva birçîbûnê ji ANF’ê re axivîn.

SARIYILDIZ: NY DIVÊ LI RÊGEZÊN XWE XWEDÎ DERKEVE

Sarıyıldız got got ji bo ew NY’ê li dijî dagirkeriya Tirk bidin tevgerkirin li ber NY’ê dest bi girêva birçîbûnê kirine û got, ‘’Dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kirî selefîstan li vir bi cih diek. Qîma xwe bi vê jî nayîne, komkujiyan dike û mirovan bêcihûwar dikin. Tê xwestin ku bi demografiya Efrînê bilîzin’ û got li djî van ji bo ku helwesta xwe nîşan bidin û bang li NY’yê bikin ku li rêgezên xwe xwedî derkevin, ji bo ku Konseya Ewlehiyê ya NY’yê xwedî li biryara xwe ya agirbestê derkeve dest bi çalakiyeke wiha kirine.

 

ÖZBEK: DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE

Şaredarê Haringeyê Alîgül Özbek jî got armanca wan ew e ku bale bikişînin ser Efrînê û got, ‘’NY bi bêdengiya li ser Efrînê ji hêlekê ve sûcê şer û mirovahiyê ya li Efrînê ji nedîtî ve tê. Em bi çalakiya xwe ya girêva birçîbûnê bang li NY’ê dikin û dibêjin li sedema hebûna xwe xwedî derkve û li dijî dewleta Tirk tevbigere. Li Efrînê komkujî dibe, zarok dimirin lê NY bêdeng e û ev nayê qebûlkirin. Divê NY bi lezgînî li dijî dewleta Tirk biryara pêkirinê bide. Em nikarin li bara sûcê şer û mirovahiyê yên li Efrînê bêdeng bin’’

KOÇALÎ: NY BÛYE HEVKARÊ REWŞA KU TÊ JIYÎN

Koçalî bal kişande ser bêdengiya NY’yê ya li ser Efrînê û got, ‘’Bi bêdengiya xwe bûye hevkarê sûcên li Efrînê.’’ Koçalî got belgeyên komkujiyên li Efrînê di dest NY’yê de ne û xwest ku NY bi lezginî tevbigere û pêşî li sûcê şer û mirovahiyê yên li Efrînê bigire.

ÜÇER: DIVÊ DAWÎ LI BÊDENGIYA LI BARA QIRKIRINÊ WERE ANÎN

Üçer jî got dewleta Tirk li Efrînê qirkirinê dike û bêdengiya NY’yê şermezar kir.

Üçer got ew dixwazin NY bi berpirsyariya xwe rabe, li dijî komkujiya dewlta Tirk a li ser jin, zarokan bêdeng nemîne lê NY heta niha li şûna ku li gel gelê Efrînê be xizmet ji dagirkeriya dewleta Tirk re kiriye û divê êdî dawî li vê bîne.

ÇALAKVAN

Wekîlê Berê yê Mûşê Demîr Çelîk, Wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyilzi, wekîlê berê yê HDP’ê Özdal Üçer, Şaredara Cizîrê Leyla Îmret, Şaredarê Karakoçanê Burhan Kocaman, Şaredarê berê yê Pirsûsê Orhan Şansal, Şaredara Sûrê Fatma Işik Barut, Şaredarê Haringeyê Aligül Özbek, lîstikvanê gogê Denîz Nakî, nûçegihan Filîz Koçalî, nûçegihan Ahmet Nesîn,ji  HDK’ê Feyzullah Tunç jî di nav de 55 kesan dest bi girêva birçîbûnê kirine.