9 sal û 9 meh ceza li piştevanên Ozgur Gundemê hate birîn

Li rojnamevanên ku tevlî kampanyan piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê bûn, 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Di rûniştina doza dijî rojnamevan Ayşe Duzkan, Huseyîn Aykol, Mehmet Alî Çelebî, Huseyîn Bektaş û Ragip Dûran de ku tevlî kampanya "Berpirsyariya Weşana Giştî ya Nobedar" a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bûn, biryar hate dayin.

13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 3 sal û 9 meh ceza da Huseyîn Akyol bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û li her yek ji Mehmet Alî Çelebî, Ayşe Duzkan û Ragip Dûran jî 6 meh cezayê girtîgehê birî.