9 rêxistinên civaka sivîl banga ‘berxwedana demokratîk’ kirin

Li Stenbolê 9 rêxistinên civaka sivîl dagirkeriya qeyyûman şermezar kirin û banga berxwedana demokratî kirin.

Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya qeyyûm a li Amed, Wan û Merdinê ya ji aliyê rejîma AKP û MHP’ê ve didome.

Sînemavanên ji bo Aştiyê, Yekîtiya ji bo Demorkasiyê, Kongreya Îslama Demokratîk, Koma Diyalogê, Platforma Komeleya Rojhilatê Başur û Rojhilat, Platfroma Edalet û Maf, Sine-Sen, Weqfa Demokrasiya Civakî û Hewldana Hemwelatî daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em ê li dijî xespkirina îradeya gel a li Amed, Wan û Merdinê bêdeng nemînin. Îradeya gel ya demokratîk ku di hilbijartinên xwecihî de derket holê hate xespkirin.”

‘RADESTÎ KESÊN NELIRÊTIYÊ DIKIN HATE KIRIN’

Daxuyanî wiha didome; “Dixwazin şaredariyan radestî wan qeyyûman bikin ku nelirêtiyê dikin. Divê serokên şaredariyê yên ji peywirê hatin girtin, dîsan vegerin ser erka xwe, divê dawî li destgîrkirin û xeztên polîsan ên li dijî rêveberiyên xwecihî were.”

BANG

Rêxistinên civaka sivîl ev bang jî kir; “Em bang li hemû hemwelatiyên ku aligîrê demokrasî, hiqûq û aştiyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku li dijî vê xespkirina îradeya gel mafê berxwedanê yê demokratîk, bikarbîni, dakevin qadan û bêdeng nemînin.”