6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da hevserokê Geverê Sari

6 sal û 3 meh cezayê girtgeîhê dan Hevşaredarê Geverê Îrfan Sarî.

Di rûniştina biryarê ya doza 9’ê Adara 2020’ê ya ku bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxisitnê’ ya derbarê Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê li şûna wî qeyûm hate danînde, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê pêk hat. Li dadgehê bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate dayîn, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ jî hate berdan.

Ev biryara ku ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve hate dayîn bibû Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê. Dadgeha Edliya Herêma Wanê ji bo Hevşaredar 1 sal û 3 meh di cih de dît û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ jî biryara 6 sal û 3 meh a cezakirinê da.

Li ser vê yekê bi giştî 7 sal û 6 meh ceza li Sari hate birîn.

Parêzer wê li dijî biryara Dadgeha Îstinafê serî li Dadgeha Bilnd bide.