6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Arzû Demîr birîn
Dadgeriya Tirk 6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Arzû Demîr birî.
Dadgeriya Tirk 6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Arzû Demîr birî.
Di doza dijî nûçegihana ETHA û ANF'ê Arzû Demîr de, biryar hat dayîn. Doz ji ber pirtûkên "Dagin Kadin Halî - Çiya bi rengê jinê" û "Devrîmîn Rojava Halî - Şoreş bi rengê rojava", li Demîr hatibû vekirin.
Rûniştina biryardanê yîro li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye", ji bo her pirtûkekê 3 sal bi giştî 6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Demîr hat birîn.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya bibîr xist, ku dozger lêpirsîna li ser pirtûka "Çiya bi rengê jinê", beriya çapkirina pirtûkê vekiribû û bal kişand ser bêhiqûqiyê.