'6 hezar sivîl û 366 çekdar ji rojhilatê Helebê derketin'
Navenda Koordînasyona Rûs a li Helebê Hîmeyîm ragihand, di nava 24 saetan de 6 hezar sivîl û 366 'mûxalîfên' çekdar ji bajêr hatine derxistin.
Navenda Koordînasyona Rûs a li Helebê Hîmeyîm ragihand, di nava 24 saetan de 6 hezar sivîl û 366 'mûxalîfên' çekdar ji bajêr hatine derxistin.
Di daxuyaniya Hîmeyîm de hat gotin, "Di nava 24 saetên dawî de 5 hezar 992 sivîl ku 2 hezar 210 ji wan zarok in, ji rojhilatê Helebê hatine derxistin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "366 çekdarên çekên xwe danîne, tevî sivîlan hatine derxistin. 329 ji van mûxalîfan, li gorî qanûnên Sûriyeyê hatine efûkirin."