59 kesên li Taksîmê hatin binçavkirin wê sibê bibin Edliyeyê

59 kesên li Taksîmê hatin binçavkirin wê sibê bibin Edliyeyê

Hat ragihandin ku 59 kesên di çalakiya duh êvarî ya Taksîmê de hatin binçavkirin wê sibê bibin dozgeriyê.  

Ji 61 kesên ku duh bi banga Platforma Piştevaniyê ya Taksîmê li Qada Taksîmê kom bibûn, lê bi êrîşa polîsan hatibûn binçavkirin 2 kes ji ber “nexweşiya epîlepsî” bi wan re heye hatin berdan. 59 kesên mane jî wê sibê bibin dozgeriya Edliyeya Çaglayan.

Her wiha hat ragihandin ku di nav wan 59 kesên binçavkirî de nexweşekî din ê epîlepsî heye lê ji ber raporên wî nîn in nehatiye berdan.