59 kesên li Taksîmê hatin binçavkirin li edliyê ne
59 kesên li Taksîmê hatin binçavkirin li edliyê ne
59 kesên li Taksîmê hatin binçavkirin li edliyê ne
59 kesên li Taksîmê hatin binçavkirin, radestî edliyê hatin kirin.
Li Taksîmê, 59 kesên êvara Şemiyê di dema çalakiya Parka Gezî de hatin binçavkirin, radestî edliyê hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye, Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re, li dû biryara betalkirina projeyê ya dadgehê hewl dabû têkeve Parka Gezî, lê belê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî wan kiribûn.
59 kesên di encama van êrîşan de hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li Muduriyeta Emniyetê radestî Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.
Berxwedêrên Gezî yên binçavkirî, li dû kontrola tenduristiyê ya li edliyê wê derkevin pêşberî dozgeriyê.