563 hezar kesên din bêkar man
Hat ragihandin, ku aboriya Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên sala 2017'an de 5 ji sedî zêde bûye. Lê li aliyê din, hat gotin ku 563 hezar kesên din bêkar mane.
Hat ragihandin, ku aboriya Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên sala 2017'an de 5 ji sedî zêde bûye. Lê li aliyê din, hat gotin ku 563 hezar kesên din bêkar mane.
Li gorî daneyên Saziya Kar a Tirkiyeyê, di pênc mehên destpêkê yên sala 2017'an de hejmara kesên ji bo girtina maeşê bêkariyê serî li Saziya Kar dane, 563 hezar û 25 e. Di encama nirxandina van serlêdanan de, biryar hate dayin ku maeş ji 290 hezar 946 kesan re were dayin.
Ji bo mirovek karibe maeşê bêkariyê bistîne, pêwîste herî kêm 18 mehan bi rengekî bi sîgorta xebitî be. Li gel vê hejmara bi fermî hatiye eşkerekirin, dema mirovên ji ber 18 mehên xwe danegirtine serî lê nedane were hesabkirin, hingî tê dîtin ku hejmara mirovên bêkar mane ji vê hejmarê gelekî zêdetire.