55 fezlekeyên nû şandin Meclîsê

55 fezelekeyên nû yên di derbarê 28 parlementerên CHP û HDP’ê de hatine amadekirin, şandin Meclîsê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê 28 wekîlên HDP’ê û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin û şandin Meclîsê.

Navê parlamenterên HDP’ê yên fezleke derbarên wan de hatine amadekirin wiha ne: Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan (2), Hevserokê HDP’ê yê berê û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî (8), Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç (1), Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay (1), Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran (1), Hevseroka Giştî ya DBP’ê -Salîha Aydenîz (6), Hevserokên KCD’ê Leyla Guven (4) û Berdan Ozturk (4), Îmam Taşçier (2), Zuleyha Gulum (1), Necdet Îpeykyuz (1), Huda Kaya (1), Remziye Tosûn (3), Alîcan Onlu (1), Omer Ocalan (1), Murat Sarisaç (1), Ayşe Surucu (1), Mensûr Işik (1), Şevîn Coşkûn (1), Semra Guzel (2), Gulistan Kiliç Koçyîgît (3), Muazzez Orhan (1), Musa Farisogûllari (1).

Derbarê Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç ê çend roj berê bi hinceta “Heqaret li Erdogan kiriye” bûbû mijara gengeşeyê 3 fezeleke hatin amadekirin. Derbarê parlamenterên CHP’ê Ozgur Ozel fezlekeyek, Seyît Torûn fezlekeyek û derbarê Ûlaş Karasû fezlekeyek û Abdullatîf Şener fezlekeyek hatin amadekirin.