Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

5 sal cezayê hepsê dan DAIŞ’î yê ku êrîşa xwekujî amade kirîbû

Li Swêdê ji bo Aydin Sevîgîn (20) ê DAIŞ’î ku di amadekariyên çalakiya xwekujî de bû, di 11’ê Sibata 2015’an de hatibû girtin, hate sûcdarkirin û 5 sal cezayê hepsê danê.

Di serdegirtina polîsan a li mala ku Sevîgîn lê dima de xarên bombeyan û madeyên tûj hatin dîtin.

Dozger Ewamarî Heggakvîst diyar kiribû ku Sevîgîn ji bo çalakiyekî xwekujî ya bombeyî li dar bixe, alavên di çalakiyên bombeyî de tên bikaranîn peyda kirine û ji bo kesên din ên li ser navê Xwedê xwe teqandine û ji mirinê re amade ne, agahî li ser wan hatine girtin û daxwaz kiribû ku sûcdar bê cezakirin.

Sevîgîn di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de beşdarbûna nava komên çeteyên DAIŞ’ê û amadekariyên çalakiyekî xwkujî hemû red kirin û diyar kir ku ew bêsûc e.

Dadgeha Yekem a Attûnda, îro biryara xwe eşkere kir, ji bo Sevîgîn ji sucên amadekariyên bombeyên xwekujî û hewl daye beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê bibe, 6 sal ceza hate diyarkirin. Lê ji ber temenê wî yê ciwan salek ceza jê hate birîn.