5 hezar Sûriyeyî tên dersînorkirin

5 hezar Sûriyeyî tên dersînorkirin

Li dû teqîna li navçeya Hatay Kîlîsê, hat ragihandin ku 5 hezar Sûriyeyiyên li Kîlîsê hatine bicihkirin, wê bişînin kampa nêzî Deriyê Sînor ê Bal el-Selam.

Li gorî agahiyan, 5 hezar penaberên Sûriyeyî yên li Parka Hannan Ozuberk hatine bicihkirin, bi biryara Walîtiya Kîlîsê re wê bibin kampa li nêzî Deriyê Sînor ê Bal el-Selam. Suriyeyiyên ku ev 2 heftene anîne Kampa Ozuberk, di binê konan de dijîn û pêdiviyên xwe yên av, xwarin û pêwistiyên bingehîn zorê tedarik dikin. Sûriyeyî dibêjin ku rejîma Esad li Bal el-Selam bi hêze, lewma wan bi zanebûn dişînin mirinê.