5 gule ji bedena Dîlan hate derxistin
Ji bedena Dîlan Kortak a ku duh li Sancaktepe ji aliyê polîsan hate qetilkirin, 5 dendikên guleyan hate derxistin. Parêzerê OHD’yî Kadîr Tûnç wiha got: “Bi awayekî zêde hatiye gulebarankirin.”
Ji bedena Dîlan Kortak a ku duh li Sancaktepe ji aliyê polîsan hate qetilkirin, 5 dendikên guleyan hate derxistin. Parêzerê OHD’yî Kadîr Tûnç wiha got: “Bi awayekî zêde hatiye gulebarankirin.”
Detayên li Sancaktepe kuştina Dîlan Kortak (19) a ji aliyê polîsan, zelal dibin.
Ji parêzerên Komaleya Hiqûqnasên Azadixwaz Kadîr Tûnç têkîldarî otopsiyê agahî dan, got ji bedena Kortak 5 dendikên guleyê hatine derxistin.
Tûnç ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Di cihên cuda yê bedena wê de şûna ketin û derketina guleyan hene. Lê 5 gule hatin derxistin. Gule li serê wê jî ketiye. Sedema mirina wê jî guleya li serê wê ketiye.”
Tûnç wiha ragihand: “Diyar e ku bi awayekî zêde bi ser Dîlan Kortak de gule reşandine.”
ŞAHIDÊN BÛYERÊ: PEVÇÛN ÇÊNEBÛ
Şahidên bûyerê ji DÎHA’yê re axivîn, gotin beriya operasyonê elektrîka lembeyên li kolanê tevahî hatin qutkirin. Şahidan diyar kirin ku dema operasyonê de tenê 3-4 caran dengê çekan bihîstine, anîn ziman ku mala bûyer lê pêk hatiye aîdî Azad Tokman e, ku ew jî hate binçavkirin, Tokman jî bi hevsera xwe re li mala xwe dijî.
Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku beriya operasyonê tax bi gelek wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin, her wiha ambûlans jî li kolanê bi awayekî amade hatine rawestandin.
Ji şêniyên taxê yê şahidî ji qetilkirina Dîlan Kortak re kiriye, Gurol Bal da xuyakirin ku destpêkê ambûlansek hatiye Taxa Dûmanli, piştre jî du wesayîtên zirxî yên Akrep daketine kolanê. Bal got ku li kolanê elektrîk hatin qutkirin, li mala avêtin ser de ti pevçûnên çekdarî pêk nehatine, li nêzî malê bûne û tenê dengê 5 cara teqîna çekan bihîstîne, destnîşan kir ku deng jî wek “dengê çeka bi dengkûj” bû.
Bal ragihand ku piştî tevgera 2-3 deqeyan, yek ji polîsan ji wî re gotiye jinek hatiye kuştin, 3 kes jî birîndar bûne.
WÊ LI ÎZMÎRÊ BISPÊRIN AXÊ
Cenazeya Kortak a li ser nifûsa Mêrdînê ye, wê li Îzmîrê ku cihê malbata wê lê dijî bê defnkirin.