5’emîn Civata Giştî ya HDK’ê destpê kir

5’emîn Civata Giştî ya HDK’ê destpê kir

5’emîn Civata Giştî ya HDK’ê ku bi şîara ‘bi HDK’ê re ber bi aştî, azadî û jiyaneke nû’  destpê kir.

5’emîn Civata Giştî ya HDK’ê li Navenda Çanda Koçatepe destpê kir. Li salonê pankartên, "Em berxwedana Kobanê silav dikin", "Xweseriya Demokatî"’, "Bijî Tekoşîn û Piştevaniya Jinê", "Bêdeng nemîne LGBTÎ hene" û hwd hatin daliqandin.

Di civata giştî de  ku bi gelek zimanên cuda kesên tevlîbûne hatin silavkirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, berdevkên HDK’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, parlamenterên HDP’ê, hunermend Ferhat Tunç,  nûnerên ji Kobanê, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û sendîka tevlî bûn.

Piştî dîwan hat hilbijartin deqeyek rêz hat girtin. Serokê Dîwanê Yavuz Onen diyar kir ku ew di 77’emîn salvegera Seyîd Riza de wî bibîr tînin û got ku ew li pêşberî bîranîna wan rêzdar in.

Desteya giştî bi axaftinên vekirinê didome.