Piştgiriya ji bo belavoka "Porspiyan" dewam dike ku 21'ê Tîrmehê ji aliyê 101 siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û hunermendan ve hatibû weşandin. '404' welatiyan jî pitşgirî dan 'Porspiyan'.
'GEF LI ME TÊ XWARIN'
Meta 404 kesên ji pîşeyên cuda wiha ye:
"Em tevlî nirxandin û banga 101 Porspiyan dibin û dibêjin; li welatekî ku bi tenê maye, bêqîmet bûye, ji feraseta demokrasî û dewleta hiqûqê dûr ketiye, azadî lê tê bisînorkirin, lêgerîna li maf tê tepisandin, her roj bi dehan jin tên kuştin, tê xwestin ku mafên jinan bên bisînorkirin û medya bûye tenê dengek; li nava rewşeke ku enîbûyîn, kîn û hêrs tê sorkirin; em dibînin ku her lêgerînali maf, dengê muxalîf sûcdar tê dîtin, dibin hedefa tundiya polîsan û bi rengekî bêadîl tên mehkûmkirin, gef li xizmên me, dostên me û li me tê xwarin.
Ji bo ev rewş bê guhertin; divê desthilatarî guh bide dengê welatiyan, muxalefet jî ji bo avakirina platforma demokrasiyê ya herî berfireh divê bikeve nava liv û tevgerê. Ev yek ji bo afirandina welatekî ku bi gel û welatiyên xwe re li hev e, gaveke lezgîn û pêwîst e."