4 şehîdên kedê yên Mexmûrê bi merasîmekê hatin veşartin

Îro li Wargeha Penabera a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4 welatiyên ku di encama qezayekê de şehîd bûbûn bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Îro 6 welatiyên Mexmûrê ku ji bo debara xwe xwestin biçin Bexdayê kar bikin, li gorî dema herêmê di saet 6:40'an a de li ser rêya di navbera bajarokên Şirgat û Bêcî ya girêdayî parêzgeha Selahedîn de qeza kirin. Di encama qezayê de 4 ji wan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Her du birîndar rakirin nexweşxaneya Geyare. Her wiha piştî ku şêniyên wargehê bi bûyerê hesiyan, ji destê sibehê ve heta bi dawîbûna merasîma oxirkirina wan li ser pêyan bûn.

Ji bo cenazê û birîndar bên wergirtin gelek şêniyên wargehê bi konvoyekê berê xwe dan cihê bûyerê. Danê nîvro konvoya ku çûbûn cihê bûyerê vegeriya wargehê. Gelê wargehê ji ketina wargehê heya mizgefta semta 3 pêşwaziya konvoyê kir. Li wir piştî ku bi cihanîna pêwîstiyên olî her çar cenaze bi awayek girseyî rakirin Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ku merasîm lê hatibû organîzekirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel Hecî Kaçan axivî.

Kaçan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbat, xizm û hemû gelê wargehê xwest û got: "Îro wargeha me xemgîne. Ji bo şehîdên kedê Cîhat, Mehmût, Denîz û Hogir em xemgînin. Ev ne bûyera destpêkê ye ku bi serê me ve hatiye. Berî niha çend salan jî me dubare li heman cihî hevalên xwe oxirkirine. Ev êş, eşa tevahî gelê wargehê ye. Dubare em sersaxiyê ji malbat, xizm û tevahî gelê wargehê re dixwazîn û dibêjîn 'Şehîd namirin'."

Malbatên şehîdan jî ji bo ku êşa wan parvekirin, sipasiya tevahiya gelê wargehê kirin û gotin ku şehîd ne tenê şehîdên wan, yên tevahî wargehê ne.

Piştî merasîma biranîna şehîdên kedê bi bilindkirina dirûşmeyên 'Şehîd namirin' û 'Bijî Serok Apo' cenazeyên şehîdan birin goristana wargehê û spartin axê.

Hêjayî gotinê ye ku her 4 şehîdên kedê endamên Navenda Çand û Hûner a Mexmûrê bûn. Rewşa herdû birîndaran jî başe.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo her çar şehîdên kedê bo du rojan wê sersaxî were qebûlkirin.