Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

4 partiyan bang li Merkel kirin: Ji bo Efrînê bêdeng nemîne

Tevî partiyên il desthilatdariyê CDU/CSU û SPD'ê, partiyên li mûxalefetê Partiya Çep û Partiya Keskan bang li hikumeta bi serokwezaretiya Merkel kirin ku li pêşberî rewşa Efrînê bibe xwedî helwest.

Partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU jî di navê de 4 partiyên li Meclîsa Federal a Elmanyayê rexneyên tund li hikumeta Elmanyayê kirin ku li pêşberî êrîş, talan û dagirkeriya li ser Efrînê bêdeng e.

Serokê Koma Meclîsê ya Partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) Volker Kauder bal kişand ser talan û kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê û got, "Tirkiyeyê destûr da komên Îslamî bajêr talan bikin. Agahî tên ku bajar bi rengekî tirsnak hatiye talankirin."

Kauder destnîşan kir ku li dijî rewşa li Efrînê divê hikumeta Elman a federal helwestekê nîşan bide û got, "Divê binpêkirina mafên mirovan ji nedîtî ve neyê."

SPD: DIVÊ HIKUMET TEDBÎRAN BIGIRE

Hevkarekî din ê hikumeta federal Partiya Sosyal Demokratan (SPD) jî bangeke bi heman rengî kir. Serokê Koma SPD'ê Andrea Nahles diyar kir, dewleta Tirk li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û got, "Nabe ku bi ti awayî ev binpêkirin ji nedîtî ve bê." Siyasetmedarê SPD'yî bang li hikumeta federal kir ku tedbîrên di cih de bigire.

Partiyên mûxalefetê; Partiya Çep û Partiya Keskan ji hikumetê xwestin ku ji bo Efrînê tavilê gavên pratîkî biavêje.

PARTIYA ÇEP: ELMANYA SOZÊN PÛÇ DIDE

Seroka Koma Partiya Çep Sahra Wagenknecht bi tundî daxuyaniyên hikumeta Merkel ên li ser Efrînê rexne kir û diyar kir, mîna her carê hikumeta federal talana li Efrînê jî şermezar nekir. Seroka Koma Partiya Çep got, "Şermezarnekirina êrîşan nîşan dide ku sozên li ser têkoşîna li dijî koçberbûna mirovan, sozên pûç in."

Nûnera Partiya Çep di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Elmanya bi vekirî nîşan bide ku li cem dîktatorekî Îslamî nîne û got, "Di halê hazir de Elmanya hevalbendê welatekî ye ku tevî Îslamîstan şer dike."

Seroka Koma Meclîê ya Partiya Keskan Katrin Göring-Eckardt jî işaret bi dîmenên li ser talana li Efrînê kir û xwest, bes çek ji Tirkiyeyê re bên firotin. Göring-Eckardt got, "Divê hikumeta Federal li ser Efrînê daxuyaniyeke zelal bide. Divê ji Erdoğan re bêje ku weke endamekî NATO'yê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve mafekî xwe nîne ku li dijî Efrînê êrîşeke wiha bike."