4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi ser malan de hat girtin û 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin.
Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi ser malan de hat girtin û 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpîrsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê daye destpêkirin de îro polîsan bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de girtin. Di serdegirtinan de li Îzmîrê Hidir Alî Kiliç û Sînem Çelebî, li Stenbolê Bîrkan Polat û li Eskîşehîrê Ebru Yîgît hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin dê bibin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.