4’ê Nîsanê li Rûsyayê hat pîrozkirin

Kurdên ku li deverên cuda ya Federesyona Rûsyayê dijîn 75 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

4'Ê NÎSANÊ LI RÛSYAYÊ HATE PÎROZKIRIN

STAVRAPOL

3 nîsanê li gundê Fêldmarşala ya girêdayî navçeya Novoalêksandrovkê, bi zarokan ve rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Zarokan di nava baxçeya Mala Gel de dar çandin.

Hevserokê Otonomîya Kurdên Stavropolê huseyîn Axmêdov û Hevseroka Otonomîya Kurda Hacer Amoyêva li ser wateya rojê axaftin kirin.

PLATNÎROVKÊYA 

li gundê Platnîrovkêya ya girêdayî navçeya Novoalêksandrovkê, bi beşdarbûna gelê herêmê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Destpêkê di nav baxçeya Mala Gel de, dar hatin çikandin. Di çalekiyê de li ser Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevserokê Otonomiya kurdên navçeya Korînovskê Taharê Newroz axaftin kir. Her wiha Berpisyarê Ciwanên Kurd ên navçeya Korînovskê Tîtal Îbrayîm jî axivî û 4’ê Nîsanê wek rojbûna gelê kurd bi navkirin.

SARATOV

Kurdên li navçeya Krasnokût a herêma Saratov a Rûsyayê dijîn jî ji bo pîrozkirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev.

Li ser wateya rojê Serokê Otonomiya Kurd a navçeyê Ramazan Bûdakov axivî û Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Piştre Berpirsyarên Rêxistinên Kurdî ya herêmê Mîrzaalî Yûsûbov û Ehmed Osmanov mafê axaftinê girtin.

Çalekî bi mûzîk, dîlan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.