4’ê Nîsanê li Adîgey hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mala Kurdan a gundê Bêloyê li Komara Xweser a Adigeyê hat pîrozkirin.

4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mala Kurdan a gundê Bêloyê li Komara Xweser a Adigeyê bi coş hate pîrozkirin. Destpêkê Berpirsiyara Rêxistina jinê Sînema Mehmed rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ser weteya rojê axaftin kir. Piştre Wezîrê Barî li ser navê Mala Kurdan axivî. Bi tradîsyona diyar dar hatin çandin. Li ser navê rûspiyên Kurdên Adigêyê Hesenê Bedir û Mam Zahara axaftin kirin.

Hunermend Barî Yûsûbov çend stran pêşkêşî rojbûna Abdullah Ocalan û gel kir.