37. salvegera damezrandina PKK’ê li Lînzê hat pîrozkirin

Li bajarê Lînz ê Awûstûrya, 37. salvegera damezrandina PKK’ê bi girseyî hat pîrozkirin.

Li bajarê Lînz ê Awûstûrya, 37. salvegera damezrandina PKK’ê bi girseyî hat pîrozkirin.

Li bajarê Lînz ê Awûstûrya, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi armanca 37. salvegera damezrandina PKK’ê li salona Lînz Neuheîmat şevek li dar xist.

TAK: NIKARIN GELÊ KURD JI NEDÎTÎ VE BÊN

Şev bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jjiyana xwe ji dest dane destpê kir. Têkildarî berxwedana 37 salan a dîroka PKK’ê sînevîzyon hat nîşandan.

Piştî sînevîzyonê yek ji siyasetmedarê Kurd Cûma Tak got: “PKK îro li 4 parçeyên Kurdistanê gihiştiye rastiya gelekî ku şer dike.”

Tak diyar kir ku polîtîkayên ku gelê Kurd ji nedîtî ve tên û tine tê hesibandin tên meşandin. Tak anî ziman ku bi berxwedana 37 salan a PKK’ê re polîtîkayên înkar û tinekirinê vala hatin derxistin. Tak got, “Êdî kesek nikare gelê Kurd ji nedîtî ve bê, dema dîzayna Rojhilata Navîn tê kirin de divê her kes gelê Kurd bigire dîqetê.”

Di şeva ku bi aktîvîteyên çandî didome Nûarîn, Sîmar û Koma Dem derketin dikê. Di şevê de dirûşmên, “Bijî Berwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK, YPG, YPJ, HPG” hatin gotin. Di şevê de lîstîkên şano û gelerî yên koma folklorê ya zarokan a Zarokên Mûsa Anter amade kiribûn hat pêşandan. Piştî koma Zarokên Mûsa Anter, koma folklorê ya Govenda Azadî lîstikên herêma Cizîrê lîstin.

Şev bi govendê bi dawî bû.

...