33 can li Bern, Zurîch û Lozanê hatin bîranîn
33 rewşenbîrên li Sêwasê hatin şewitandin, li bajarên Bern, Lozan û Zurîchê yên Swîsreyê hatin bîranîn.
33 rewşenbîrên li Sêwasê hatin şewitandin, li bajarên Bern, Lozan û Zurîchê yên Swîsreyê hatin bîranîn.
33 rewşenbîrên li Sêwasê hatin şewitandin, li bajarên Bern, Lozan û Zurîchê yên Swîsreyê hatin bîranîn. Çalakî bi banga HDK Swîsreyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin, ku zîhniyeta AKP û Serokkomar Erdogan û ya kesên li Sêwasê komkujî kir, yek e.
BERN
Girseya gel a li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê li hev civiya, 33 canên li Sêwasê hatin kuştin bibîr anî. Di çalakiyê de wêneyên rewşenbîrên li Sêwasê hatin kuştin, hatin hildan. Qisekeran dan xuyakirin, ku komkujiya Sêwasê şermek dewleta Tirk e û gotin, zîhniyeta AKP û Serokkomar Erdogan û ya kesên li Sêwasê komkujî kir, yek e. Qisekeran destnîşan kirin, çawa ku li Sêwasê bi destê dewletê komkujî hate kirin, îro jî bi destê dewletê heman komkujî li Kurdistanê tê kirin.
Piştî axaftinê, ji bo bîranîna 33 canan find hatin vêxistin.
LOZAN
Li ser banga HDK Lozanê, girseya gel li meydana Lozan Rîponneyê bi heman armancê li hev civiya û 33 can bibîr anî. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, navê yên di komkujiyê de hatin qetilkirin hate xwendin. Qiskeran bang li dewleta Tirk kirin, ku hesabê komkujiya Sêwasê bide.
Dûre wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin nîşandan û bi belavokên bi zimanê Fransî jî li ser komkujiyê agahî ji raya giştî re hate dayin.
ZURÎCH
Li bajarê Zurîchê jî ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê hin çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya destpêkê panel bû, ku ji aliyê Partiya Şoreşger a Yekbûyî ve hate organîzekirin. Nûnera Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Songul Çelîk li panelê axivî û got, "Navê rêya me rêya heq e. Yanî cihgirtina li cem maf û bindestan e. "
Çelîk bal kişand ser gengaziya komkujiyê ya li dijî Elewiyan û xweparastina ku gel di dema komkujiya Çorûmê de kir, mînak nîşan da. Çelîk got, "Eger ev berxwedan nebûya, wê komkujiyên gelekî mezintir bihatina kirin. Vê berxwedanê pêşî li vê komkujiyê girt."
Çalakiya duyemîn jî li Navenda Çandê ya Perwerdeyê hate lidarxisitn. Beriya axaftinê, dokûmantera Menekşe hate nîşandan. Dûre Dayika Bariş Dondu Ergîn peyivî.
Çalakiya dawî ya li Zurîchê li meydana Rathaûsê ya li navenda bajêr pêk hat. Di vê çalakiyê de jî hat gotin, ku komkujiya Madimakê nehatiye jibîrkirin, wê neyê jibîrkirin. Hat destnîşankirin, ku heta hesab ji kujeran were pirsîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin.