'33 çalakiyên edaletê' wê bi Berkîn destpê bike
SGDF li 33 cihan çalakiyên edaletê lidar dixe. Çalakî wê di 16'ê Hezîranê de li cihê Berkîn Elvan lê hat qetilkirin destpê bike.
SGDF li 33 cihan çalakiyên edaletê lidar dixe. Çalakî wê di 16'ê Hezîranê de li cihê Berkîn Elvan lê hat qetilkirin destpê bike.
Bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Pirsûsê re, Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF), wê di çarçoveya kampanya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" de li 33 cihên cuda çalakiyên edaletê lidar bixe.
Çalakî wê di 16'ê Hezîranê de li cihê Berkîn Elvan lê hat qetilkirin destpê bike û heta 20'ê Tîrmehê her roj li bajarekî bê lidarxistin.
LI 33 CIHÊN 16 BAJARAN CUDA, WÊ DAXWAZA EDALETÊ BÊ KIRIN
Endamên SGDF'ê wê di çarçoveya kampanyayê de li 18 bajaran, ku Stenbol, Enqere, Îzmîr, Artvîn/Hopa, Amed û Samsûn jî di nav de ne, çalakiyan pêk bînin. Çalakî wê li Beyazitê bi dawî bibin.
Ciwanên Sosyalîst, wê ji Hrant Dînk heta Mûstafa Sûphiyan, heta penaberên li Reyhanliyê hatin qetilkirin, ji gundiyên li Roboskî hatin qetilkirin heta karkerên li Somayê hatin qetilkirin ji bo her kesî daxwaza edaletê bikin. SGDF'yî wê ji bo Metîn Lokûmcû, Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, Sevag Balikçi, Ceren Baran, Azra Has, Metîn Goktepe, Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Abdullah Comert, Serhat Yildiz, Baran Tûrsûn û Ekîn Wan edaletê bixwazin.
Xwişka şehîda Pirsûsê Hatîze Ezgî Sadet Hevseroka SGDF'ê Ozgen Sadet li ser kampanyayê agahî da û got, "Em dizanin 33 rêwiyên xeyalan, mirovên dilê wan ji bo Berkîn, ji bo Roboskî lê dida bûn. Ew kesên her 19'ê Tebaxê li cihê Hrant lê hatin qetilkirin bûn. Jinên ku di dema qetilkirina Ozgecana me de rabûn serhildanê bûn. Mirovên di dema komkujiya Reyhanli de dilê wan dişewitî bûn. Kesên Dayikên Şemiyê bi tenê nedihiştin, ji Ûgûr Kaymaz heta Sevag Balikçi mirovên komkujî qebûl nedikirin bûn."
Sadet diyar kir, ew ê mîna 33 şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê bikin û got, "Ji Metîn Lokûmcû heta şehîdên Gezî, ji Sêwasê, Madimakê heta komkujiay Beyazitê mirovên ku dilê wan ji bo edaletê lê dida bûn. Mirovên me yên me duh bi hev re li kolan û meydanan daxwaza edaletê dikirin, di 20'ê Tîrmehê de bi komkujiya li Pirsûsê re bêedaletiyeke herî mezin bi serê wan de hat."
'JI BO KOMKUJIYÊN NÛ RÛ NEDIN, EM Ê DAXWAZA EDALETÊ BIKIN'
Sadet bal kişand ser belgeyên derketin holê û got, "Ev belge nîşan didin; eger Pirsûs bihat ronîkirin wê komkujiya Enqereyê pêk nehatibûya. Ji bo komkujiyên nû neyên kirin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê mezin bikin." Sadet da zanîn, ji bo ronîkirina hemû komkujî û cînayetan ew ê li kolanan bin.
HER ROJEK WÊ DIYARÎ ŞEHÎDEKÊ/Î BÊ KIRIN
Sadet ragihand, ew ê ji 16'ê Hezîranê û pê ve li 33 cihan daxwaza edaletê bilind bikin û got, "Ji 16'ê Hezîranê dema qetilkirina Berkînê me heta 17'ê Tîrmehê komkujiyeke din a ciwanan Komkujiya Beyazitê, em ê careke din nîşan bidin ku li dû edaletê ne. Her roja ku daxwaza edaletê were bilêvkirin, wê diyarî hevrêyeke/î me were kirin."