3 sal ceza dane nûçegihan Kurşun û hate tehliyekirin
Xebatkarê Azadiya Welat ku bi îdîaya damezînerê ajansa nûçeyan a Ciwannesê ye, Çetîn Kurşun piştî ku 3 sal ceza lê hate birîn hate tehliyekirin.
Xebatkarê Azadiya Welat ku bi îdîaya damezînerê ajansa nûçeyan a Ciwannesê ye, Çetîn Kurşun piştî ku 3 sal ceza lê hate birîn hate tehliyekirin.
Danişîna xebatkarê Azadiya Welat Çetîn Kurşun û birayê wî Sedat Kurşun ên ji Qosera Mêrdînê hate dîtin.
Herdu jî 6'ê Sibata 2018'an hatibû destgîrkirin û girtin. Azadiya Welat bi Biryarnameya bi Hikmên Qanûnê (BHQ) hatibû girtin.
Dadgehê ji bo Sedat Kurşun beraat xwest, ji bo birayê wî nûçegihan Çetîn Kurşun jî bi îdîaya ''endamê rêxistinê ye'' û ''propagandaya rêxistinê kiriye'' xwest ku ceza lê were birîn.
Parêzeran Sedat û Çetîn Kurşun xwestin ku miwekîlên wan werin berdan. Di encamê de li ser Sedat Kurşun biryara bereatê hate standin.
Bi hinceta ku weşanên li ser malpera ciwannews, 'propagndaya rêxistinê kiriye'' 3 sal ceza li Çetîn Kurşun hate birîn.
Dadgehê dema ku Kurşun di girtîgehê de mayî anî ber çavan û biryara tehlkirina wî da.