3. kongreya NCDK a Kolnê pêk hat

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Kolnê, 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Di kongreya li Navenda Civaka Demokratîk de tevî Kurdistaniyan, nûnerên rêxistinên çep ên Tirkiyeyî, komên ji baweriyên cuda û partiya MLPD a Elman amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, dîwan hat hilbijartin û kongreyê destpê kir. Di rojeva rewşa siyasî de beşdaran qewimînên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxandin. Piştre rapora karê salekê hat xwendin û di dengdayînê de hat qebûlkirin.

Piştî nîqaşan û xwendina raporan ji bo Hevserokatiya nû ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê hilbijartin hat kirin. Di encamê de Yildiz Fîlîmcî û Îmam Can careke din ji bo Hevserokatiya NCDK a Kolnê hatin hlibijartin. Ji bo 12 komîsyonan jî 70 kes hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.