Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

3. Kongreya Asayî ya NAV-DEM'ê destpê kir

3. Kongreya Asayî ya NAV-DEM'ê li bajarê Elmanya Kolnê destpê kir. Dirûşma îsal a kongreyê "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" ye.

3. Kongreya Asayî ya NAV-DEM'ê li bajarê Elmanya Kolnê destpê kir. Dirûşma îsal a kongreyê "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" ye.

Pankartên bi nivîsên "Ruhê berxwedanê yê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir wê me azad bike" û "Me li ber xwe da, me serî ne tewand; bi me serbilind bin" li salona kongreyê hatin daliqandin.

Salona kongreyê bi wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa "Ji bo azadiya Rêber APo em berxwedana xwe mezin bikin", alên YPG/YPJ û rengên kesk, sor û zer hat xemilandin.

Nûnerên 235 saziyan, navendên civaka demokratîk, meclîsên jinan, malbatên winda û mexdûran, civatên Êzidî, Elewî û Îslamî, her wiha nûnerên ji Rojava û Rojhilatê Kurdsitanê, rêxistinên çand, huner, ciwanan, parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer û gelek siyasetmedar beşdarî kongreyê bûn.

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Hevserokên Giştî yê NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç ve hat kirin. Hevserokan dan xuyakirin, ku kongre di pêvajoyeke dîrokî de tê lidarxistin û gotin, "Em niha kongreya xwe ya 3. a NAV-DEM'ê lidar dixin. Lê dema mirov ji YEK-KOM'ê heta roja îro dinirxînin, NAV-DEM 24 salî ye. Kurd ev 24 sal in bi rengekî rêxistinbûyî dixebitin. Li ser şopa Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir em ê vî karê xwe bidomînin. Ji bo bibin bersiv ji pêdiviyên gel re, em ê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin."

Kongre bi axaftina Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer dewam dike.

...