Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

3 kes li Stenbolê hatin girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de ji 6 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin.

6 kesên duh di serdegirtinên malan ên li taxên Buyukçekmece, Kagithane, Beylîkduzu, Esenyûrt û Beyoglûyê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê, sewqî edliyê hatin kirin.

Li dû wergirtina îfadeyên wan dozgeriyê 5 kes radestî dadgeha nobedar kir. Ji van kesan Kiyas Kartal û Mûgdat Bozkûrt serbest hatin berdan. Vedat Bîngol bi îdîaya 'endametiya rêxistinê', Tûrabî Ozbek û Haşim Erdogan jî bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' û 'heqareta li serokkomar' hatin girtin.

Serdar Îşlek jî hînê li Edliya Kuçukçekmeceyê tê ragirtin û kar û barên li dozgeriyê dewam dikin.