Piştî grîzûna li madena ocaxê ya Kozlûyê ji bo 3 karkerên di bin hezanê de mayîn bendêmayîna bê hêvî didomin. Ji ber sedema asta gaze li ocaxê zêdeye xebatên lêgerînê nayên kirin.
Li Kozlûyê piştî grîzûna li madena ocaxê ya girêdayî TTK’ê pêkhat, ji bo 3 karkerên di bin hezanê de mayîn bendêmayîna bêhêvî didome.
Xebatên lêgerîna madenvanên binavê Huseyîn Kurekçî, Yuksel Koca û Ahmat Şeker ji ber sedema asta gazê ya zêde nayê kirin. Piştî gaz vale bû, dê xebatên lêgerîna karkerên dibin hezar û 500 ton kumirê de bê kirin.
Malbatên li ber ocaxê radiwestin ji bo tevlî xebatên lêgerînê bibin bi rayedarên TTK’ê re hevdîtin pêkanîn.
Hate hînbûn ku, Huseyîn Kurekçi yê bavê 3 zarokan û 54 salî piştî teqawitbûyî dîsan li fîrmayê dest bi xebatê kiriye. Bavê Yuksel Koca, Hasan Koca jî di heman madenê de di sala 1982’an de di bin hezanê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû.