3'emîn Lijneya Giştî ya HDK'ê dest pê kir
3'emîn Lijneya Giştî ya HDK'ê dest pê kir
3'emîn Lijneya Giştî ya HDK'ê dest pê kir
3'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan, bi şîara "Rêwitîya heviyê" bi silogana "Bijî berxwedana YPG'ê dest pê kir.
3'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi silogana "Rêwîtiya heviyê" dest pê kir. Di kongreyê de hevseroka HDK'ê Fatma Gok, Parlamenterên BDP'ê Erol Dora, Hasip Kaplan, Halil Aksoy, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Rewşenbir Gençay Gursoy, Serokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, hunermend Suavi, Parazvanê mafên mirovan Akın Birdal, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, hunermend Ferhat Tunç, Serokê PSAKD'ê Kemal Bulbul, Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can jî di navde gelek kes amade bûn. Jinan bi cilên xwe yên neteweyî bal kişandin ser xwe. Girsê li salona kongreyê bê navber siloganên "Bijî berxwedana YPG", "Ev hêj destpêk e, têkoşîn didome" berz kirin. Li salonê dîsa pankartên "Bila mafê parastin, perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn, bila dawî li tecrîda li ser Ocalan bê û muzakere dest pê bike", "Ji talankirina xweza û bajaran re bes e", "Bila di makeqanûnê de nasnameya zayendiyê û êrîşa li ser zayendê bê naskirin" û "Nasname, beden û keda me ya me ye" vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftina vekirinê didome.