24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî roja 3'ê Îlonê pêk tê

24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 3'ê Îlona 2016'an de pêk were. Festîval wê li Rheîn Enegerîe Stadîon a li bajarê Elmanya Kolnê were lidarxistin.

Festîval ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê organîzekirin.

NAV-DEM'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û û diyar kir, ji bo festîvala bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana xweseriyê, ber bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ve" bê lidarxistin, hewldanên teknîkî û burokratîk hatine destpêkirin, karê amadekariyê hatiye dabeşkirin û plansazî hatiye amadekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bernameya çand û hunerê û qisekerên festîvalê zelal bûne û wê piştre di vê der barê de agahî bên dayîn. 

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya heyî û hat ragihandin festîvala îsal di demeke welê de tê lidarxistin, ku şerxwazan ji Şengal û Kobanê destpê kirine û li Şirnex, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Lice û gelemperiya Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tînin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku afirandina statuya neteweyî, civakî û siyasî ya gelê Kurd li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, sedema bingehîn a pêkhatina van êrîşên qirkirinê ye û hat gotin, "Ji ber ku ev destketiyên mezin ên Kurdan tê dîtin, dijminên Kurd li hev komo bûne û ji bo qirkirinê êrîş dikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Eger îro Kurdayetiyeke bi rûmet hebe, eger agirê azadiyê yê Kurdan hê vêketî be, eger Kurd hê ji bo azadî, demokrasî û mirovahiyê li ber xwe dide, ev ye bi saya berxwedêrên berdêlên giran dane ye. Yên ji Şengalê heta Kobanê, ji Minbicê heta Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex, Nisêbîn û Geverê bi rengekî fedayî li ber xwe didin, ew kesên dîroka me ya azadiyê ya siberojê dinivîsînin e; nirxên ku jiyana azad û demokratîk didin me, ne."

NAV-DEM'ê da zanîn, festîvala îsal di şexsê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Asiye Yuksel, Sevda Çagdaş, Mehmet Tûnç û Ebû Leylayan de, diyarî berxwedêrên di vê berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin û bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê, pêkhateyên HDK-E, ABDEM, Yekîtiya Hêzê, hêzên demokrat, çep û şoreşger hat kirin ku bi şiyara "Li dijî mêtîngerî faşîzmê, em berxwedana gelan bilind bikin" bi xurtî tevlî festîvalê bibin.

'DIVÊ BIBE FESTÎVALA HERÎ GIRSEYÎ'

Di dewama daxuyaniya NAV-DEM'ê de hath gotin, "Pêwîste festîvala me bibe festîvala herî bi bandor û herî girseyî. Divê bi ruhê serhildan û berxwedanê pêk were. Rêya bersivdayîna herî bi bandor a li êrîşên qirkirinê faşîst, tevlîbûneke xurt a li festîvalê ye" û ji hemû Navendên Civaka Demokratîk, endam û rêveberên saziyan hat xwestin, ji niha ve amadekariyan bidin destpêkirin.