22 Xiristiyanên li Til Temirê hatin revandin serbest hatin berdan

Hat ragihandin ku beşek ji sivîlên Xiristiyan ên di meha Sibatê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di dema hewldana dagirkirina gundên Til Temirê de hatin revandin, serbest hatiye berdan.

Hat ragihandin ku beşek ji sivîlên Xiristiyan ên di meha Sibatê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di dema hewldana dagirkirina gundên Til Temirê de hatin revandin, serbest hatiye berdan. 

Di daxuyaniyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Asûriyan û Tora Mafên Mirovan a Asûrî (AHRN) de hat ragihandin ku ji mirovên ji gundên li derdora Xabûrê hatine revandin 22 kes serbest hatine berdan. Saziya Çavdêriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 14 ji yên hatine berdan jin in.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo serbestberdana 22 kesan, Dêra Rojhilat a Hesekê bi çeteyên DAIŞ'ê re hevdîtin kiriye.

AHRN jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku yên hatine berdan ji gundên Til Şamîram û Til Cezîre yên herêma Xabûrê ne. Dîroktorê AHRN Ûsama Edward diyar kir ku ji bo serbestberdana 187 Asûriyên hînê di destê DAIŞ'ê de ne, hevdîtinên wan dewam dikin.

Edward anî iman ku ji bo berdana van kesan ew ji hevdîtinan 'bi hêvî' ye.

Balkêş e ku her du saziyan di daxuyaniyên xwe de zimanekî hesas bi kar anîn û behsa ti şertê ji bo berdana 22 kesan nekirin.

Çeteyên DAIŞ'ê di 23'ê Sibatê de êrîşî bajarokê Til Temir û derdora wê kiribûn û di roja destpêkê de 220 kes revandibûn. Bi desteka berxwedêrên Asûrî re di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê de bi dehan gundên Asûriyan hatibûn rizgarkirin.