21’emîn Fermandarê Giştî Dogan Gureş mir
21’emîn Fermandarê Giştî Dogan Gureş mir
21’emîn Fermandarê Giştî Dogan Gureş mir
Dogan Gureş ê di navbera salên 1990-1994’an de li Kurdistanê binpêkirina mafan gihişt asta herî jor, kuştinên kiryar nediyar pêk hatin, fermandariya giştî dikir mir.
21’emîn serfermandarê Giştî Dogan Gureş li GATA’yê mir. Gureş ku di 23’ê Tebaxa 1989’an de piştî peywira xwe ya Fermandariya Hêzên Bejayî, di 4’ê Kanûna 1990’an de dest bi peywira Serfemandariya Giştî kir, di 1994’an de teqawît bû. Di dema peywira Gureş de li herêmê di bin navê rêveberiya teng û rewşa awerte de bi hezaran kes bûn qurbanên kuştinên kiryar nediyar û hêzên kontra yên wekê Mahmut Yildirim ê bi navê Kod ‘Yeşîl’ komkujî pêk anîn.
Gureş dîsa piştî bûyera 26’ê Adarê 1994’an ku li gundê Koçagli û Kuşkonar ên Şirnexê 38 kesî jiyana xwe ji dest da û piştî hat teqezkirin balafirên şer ên hêzên hewayî pêk aniye, axivî û got: “Di encama vebûna qayişên balafirê de bombe bi şaşî ketine.”
Serokwezîra Demê Tansu Çîlerê, parlamenterên DEP’ê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Sirri Sakik, Selîm Sadak, Ahmet Turk û Sedat Yurtaş hedef nîşan da û got: “Di Meclîsê de PKK heye, em berpirsin ku van ji meclîsê derxin’ û piştî Gureş jî got: “Ne hewce ye em li Bekaayê li eşqiyayan bigerin. Mixabin beşek ji van di Meclîsê de ne.” Piştî vê parlamenter ji Meclîsê hatibûn binçavkirin.