2 zarok hatin girtin
2 zarok hatin girtin
2 zarok hatin girtin
Li Dêrikê zarokên bi navê A.M.Y. û A.A. ên bi hinceta tevlî çalakiyên ji bo destekkirina Kobanê bûne hatibûn binçavkirin bi îdîaya, “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê zarokên bi navê A.M.Y. û A.A. ên bi hinceta tevlî çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ bûne hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li Emniyeta Polîsan a Navçeyê sewqî Edliyeyê kirin. Dozgeriyê ku îfadeya zarokan girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Her du zarok bi îdîaya, “endamê rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.
Bi girtinên dawî re li Dêrikê hejmara kesên bi hinceta tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûne hatine girtin derket 27’an.