2 nijadperestên li Sakaryayê êrişî Kurdan kirin, hatin berdan
2 kesên ku li Sakaryayê êrişî karkerên Kurd kirin, hatin berdan.
2 kesên ku li Sakaryayê êrişî karkerên Kurd kirin, hatin berdan.
Karkerên Kurd ên ji Mêrdînê ku ji bo karê hevdana findikan çûbûn Sakaryayê, bûbûn hedefa êrişa nijadperestî ya karsaz û gundiyan. 2 kesên ku ji ber vê êrişê hatin destgîrkirin, piştî wergirtina îfadeya wan a li edliyeyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Bi çavdêriya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê, K.C. û H.C. ên êrişkar bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê bi sûcdariya "gefxwarin" û "birîndarkirinê" hatibûn destgîrkirin.
Her du nijadperest piştî lêpirsîna li dozgeriyê derketin pêşberî dadgeriya nobedar û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.