2 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Serêkaniyê, Mahsûm Kurd û Eyup Tarhan ên beriya 3 rojan hatin binçavkirin, hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Serêkaniyê, Mahsûm Kurd û Eyup Tarhan ên beriya 3 rojan hatin binçavkirin, hatin girtin.
Mahsûm Kurd û Eyup Tarhan ên di 11'ê Cotmehê de li taxa Bariş a navçeya Riha Serêkaniyê, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, duh êvarê sewqî Edliya Serêkaniyê hatin kirin.
Li dû girtina îfadeya Kurd û Tarhan, dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgehê jî Kurd û Tarhan girt û li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê bi cih kir.