17 sale agahiyê ji bavê xwe nagire

17 sale agahiyê ji bavê xwe nagire

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê li gundê Dêşî Îsa Efe yê 60 salî di 5’ê tîrmeha 1996’an de hate binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin. kurê wî Şeyhmus Efe (30) da zanîn ku bila bûyer ronî be û berpirs bên darizandin.

 Li gundê Dêşî ya Dêrik Îsa Efe cotkarî dikir. Leşkeran di sala 1996’an de bi ser gund de girtin û bi hinceta ku alîkarî dane PKK’ê 30 kes binçavkirin. Îsa Efe di vê serdegirtinê de nehat grtin. Piştî demekê di 5’ê tebaxê de çû qerekolê îfade da. Piştre hat berdan. Heman şevê dîsa hat binçavkirin.  Di 7’ê tebaxê de di hucreyê de bi gundiyên xwe û birayê de di heman hucreyê de bû. Lê piştre agahî jê nehat girtin. malbatê serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrikê da û serlêdana malbatê nexistin nava serlêdanên malbatê. Di 1997’an de malbatê serî li DMME’ê da û ev jî bi biryara bêşopandinê encam bû.

Kurê Efe, Şeyhmus Efe da zanîn ku ev 17 sale ji bavê xwe agahî negirtine û got di sala 2011’ê de  dîsa ji bo dozê serlêdan kirine û  got hêj pêvajoya vê didomiya, li ser îxbarekê hat gotin ku li gundê Çat a Dêrikê hestiyên mirovan hatine dîtin û wan jî testa DNA’yê xwestine.

Serokê ÎHD’a Mêrdînê got ger mînakê DNA’yê li hev bikin dê bûyerek din ya tarî ronî bibe û di heman demê de delîlê sereke yê dosyaya dozê dê temem bibe.

BAVÊ MIN BÊ ZIRAR BÛ

Kurê wî, Şeyhmus Efe got bavê wî kal bû û bê zirar bû û wihagot: “Cotkarî dikir. Ji gundê me ciwan tevli PKK’ê bûn.  Li ser dewletê bi ser gund de girt. Têkiliya bavê min bi kesî re tunebû. Bê zirar bû, li zarokên xwe mêze dikir.

Di 1996’ê de di dawiya meha hezîranê de li ser îfadeyên îtîrafkaran bi ser gund de girtin,30 kes hatin girtin. bavê min nehat girtin.

PIŞTÎ HAT BERDAN DÎSA HAT GIRTIN

Bavê min piştî vê girtinê, li Qoserê ma û piştre hat gund.  Em rehet bûn. Lê heta bavê min nehata cendermeyan gundî bernedida. Bavê min ji ber vê yekê di 5’ê tîrmehê de hat û çû Qerekola Cendermeyan a Uçyol ya Kawşaxa riya Dêrik û Qoserê, îfade da.Piştî îfadê şandin malê. Lê êvarê leşker hatin û dîsa girtin.”

DIBÊJIN JI HUCREYÊ DERXISTIN Û BERDAN

Efe wiha pê de çû: “ Bavê min bi şev dîsa birin. Birin tabura Komando ya Cendermeyan a Tilbisimê. Bi gundiyên me re du rojan di binçavan de ma. Du roj şûnde di 7’ê tîrmehê de bi şev bavê saet di 2’an de dibin.Piştî demekê mamê min dipirse, dibêje ka birayêmin. Ji mamê min re dibêjin me berdaye.

AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTI

Efe wiha pê de çû: “Rojek din gundiyên me hatin berdan. Li bavê min pirsîn. Wan jî gotin hatiye berdan. Lê bavê min nehatibû malê.  Em li bavê min geriyan. Mamê min, gundiyên me çûn qerekola Cendermeyana Dêrik û Tepebagê.  Fermandaran gotiye, hatiye berdan.  Lê bavê min ji wê rojê şûnde wendaye.

DOZGERÎ PIŞGUH DIKE

Efe got di heman meha ku bavê wî wenda bûye de, serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrikê dane û got: “Lê ev serlêdana me neket bin qeydan. Biryara bêşopandinê hat dayîn. Kurê min Salîm Efe di 1997’an de serî li DMME’ê da.  DMME’ê heman salê biryara bêşopandinê da. Hemû lêgerînên me bê encam man.

Me di sala 2011’an de cardin serî li dozgeriya komarê ya Dêrikê da. Me pêvajoya dozê ya wendakirina bavê min da destpêkirin. Dema ev pêvajo didomiya, li gundê Çatê hestiyên mirovan hatin dîtin. Me jî ji bo testa DNA’yê serlêdan kir.

Ger di encama testê de ev hestî aydê bavê min bi, dê bûyer ronî bibe. Piştre jî dê der barê kujeran de pêvajoya lêpirsînê bê destpekirin û ev jî dê delîlên şênber bin.”

DAYIKA MIN JI BER ÊŞA XWE MIR

Efe wiha pê de çû: “Dema bavê min mir, ez 13 salî bûm. Du birayên min li derveyê welat bûn. Ez, dê û du xwişkên xwe man. Me pir êş kişandin. Li aliyekê êşa bavê min û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê. Dayika min hem dê bû û hem jî bav. Bavê min ji ber bavê min êşek mezin kişand û jiyana xwe ji dest da.  Niha tenê daxwaza min ev e ku aqubeta bavê min derkeve holê. Ez dixwazim gorek wî hebe.  Ne tenê bavê min divê aqubeta hezaran kesî diyar bibe.